Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
EDEBİYAT ARŞİVİ

Şiirler

Duygulara dokunan şiirleri ve şairleri keşfet.

KATEGORİLER

Şiir Kategorileri

38 kategori
ŞİİR ARŞİVİ

En Yeni Şiirler

2.734 kayıt
✒
Helbest

Li Benda Nofê Qulingan Mam

✒ Fatma Savci

Keçika ji qewmê çivîkan! dê bi levdana baskên te dojeh biwestin, bi tazîbûna zimanê te, rûpûş bi tevahî biweşin... Dixwazim bizanim, kîjan demsal dê kulîlkan vekin li birînên te? Li kîjan qonaxa zemên, dê ferîş...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Ken

✒ Fatma Savci

Hinekî ji kenê çavên xwe Bide min Ezê di zertavê de, Di sariya êşkenceyekê de, Di tariya hûcreyekê de, Di êşa cudabûneke dijwar de, Di dûrbûna evîndarekî de Xwe li ber germ bikim. Pişt re , Ezê wekî dilopeke ba...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Ji Bo Arjen Arî

✒ Fatma Savci

çûyîna te Kulla li ser kullê ye Ne xwedê… Ev dê û xak, ev giyan û ev peyv dizane bê çûyîna te çiqas kêmanî û çendî neheqî ye… Niha bi kîjan birînê bigrîn em? Em bi kîjan birînê bigrîn?”...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Hewara Birînê

✒ Fatma Savci

Qey dive di ber pişta her xeyala me de, şurekî destik sor hebe? Ev çend qirn in, em hilgirên xewnên kiras zêrîn in, bi biskên xwe yên badayî, uçkên xwe yên girêdayî gav bi gav na, mirin bi mirin, destên me li s...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Hejmara Gulleyan

✒ Fatma Savci

çiqas diyên me dehe deh hitikan biwelidînin jî, nobedarên desthilatdaran ji nasnameyên me pirtir, dîsa hejmara gulleyan ji salên zarokên me zêdetirin?.. ji pirtûka Gulên Qasid...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Geliyê Tî

✒ Fatma Savci

Wexta ku heyv qulibî Kembera ji kevirên fîrûzeyan ji bejna çêm şemitî Dilekî qrîstalî bi ser şevê de Hêstir bi hêstir niqutî. Rûyê şahmaranê li neynika şivanekî awiqî Rihekî cawîdan, di nav pûlên masiyekê de, l...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Êvara Binevşî

✒ Fatma Savci

Di şaristaniyeke berîqonk de Bajêr ser bi ser bi kendalekî de diguherîne çima ku di êvareke Binevşî de şikestiye, li ser girên bilind xwe fêrî firînê dike. Da ku xwîna gulan ji bîr neke Her şefeq xwê li ser bir...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Dilop

✒ Fatma Savci

şaneşîna havînê ji Hechecîkan re zeman di şikeftan de yê rojîna, destên zilmê li ser şeveqan bûn û dîsa stûyê Kurdistan li ber devê kêra bû, dema dilop dilop tu niqutî sarinca dilê min. çav ji bo girî bejnên ri...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Dengê Şîmşalê

✒ Fatma Savci

Piştî lehiyê pêlek li perava çîrokê dide Dengê şîmşalê ji cezweyê qehwê tê Zeriyek ji pêsîra xwe ya çapê dilekî bi çembilk Ji dêvla fincanê li ser tepsiya zêrîn bi cî dike. Wê qasek din tepsiyê li ber çelengên ...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Dengbêjekî Dilmayî

✒ Fatma Savci

Niha, Vê kêliyê ji bo wê, Dibe ku wext yê “Stêrka şivanan” be, Lehengekî dilkeçik Ji ser çiyan ve diqevize di riya Kadizê re derbas dibe û li rastî awirên Binevşa bêriyê tê. Axirî havîn e , dibe ku vê bîstikê, ...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Denê Şerabê

✒ Fatma Savci

Di tengava gerdûnê de lavlavka bêrîkirinê û destên şeva qutbê yên ji zembelîlkê Li stûyê wê herbilî ne, Razên wê di mêrgê de berxên li ber kêrê ne. Xewna ku keçkaniya xwe tê de dilorîne ne ji dara Gûhîjê ye, Ti...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Cêwî

✒ Fatma Savci

Min ji keviya rojê tu dayî hev. ji qalçîçekê nava xewnan! ji baskê weşiyayî yên çûkên berfê. min tu ji êşa birîna, ji kûr kûra girî û ji germiya besimînên xwe tu dayî hev. Ez geliyekî tenha tu avek bê pêjin bûy...
Şiiri Oku →