Ev bajar Piştî te Nema qîzan li kolanên xwe dihewîne Pisîk nema di mehên adarê de Bi hev şa dibin Piştî te Bajar şewitî Porên bûkan kizirî Nema Tu tişt nema......
Tu di destên kê de maye xezala min Tu îro Ji gula kîjan malmîratî re Bûye nîşangeh Di kîjan newalê de Xerab ketiye vê payîze Nalîna te tê kerîneka guhên min Lê bêfêde Destên min tune ye...
Dara xemilandî bi êmîş û ber û sorgul Bayê sipîdê lê didî, vî alî, wî alî Ev hewş xemilandî bi kêf û kar û xebatê Hetanî kû saxim li jînê herdem li balî Herçar çêlîkê şêran li dora te diçin tên Pir şane digel h...
Tîrêjê roja kurda ya li asoyê welatî geş Bilbilê bax û gulzara li bostanan xelatî xweş Delalê dengê qîza ye li qirş û qurmik û dara Dikalê her dikê nalîn li ser demê Evîndara şev û rojan dikê qeb qeb di nav gul...
Min dayîk dîtin li min dan Min dayîk dîtin nifir li min barandin Min dayîk dîtin dijûn li ser min alandin Dema ku bêdeng dikeniyam. Min ŞÊREDAYÎK jî dîtin: Nextê nûciwanên xwe Di boxçika xwe de hiştîn Da ku pê ...
Min ji hinekan çiqas hez kir Bayê dilvedanekî ji dûr Li tenêtiya min dixistin Di van bajêrên rengxapînok de Lê mixabin; Rûyê wan rengvedan Kenê wan dengvedan Dilê wan jî dizek Devê wan Bi kenxapînok 11.02.2015...
nema karim, ji tu kesî bixeyidim min ev maf jidest daye nema karim, bigrîme jî min ev maf jî jidest daye nema karim li kesî jî bidim mim ew dest jî jidest daye nema karim hez jî bikim, hin dibên te ew dil jî ji...
Di çavên te de ku Amedê, Amediyê û Amûdê nebînim û Nebim rojihalata çavên te Evîna min ji bo çi ye gelo? Lê mixabin; Min di çavê te de Ne Amed Ne Amêdî Ne Amûdê Ne jî xwe dît 06.09.2013, Amed...
Di nav waweyla hewarên te de Li riya êşên te digerim Raserî çavên te hatim Ew çavên ku Xwelî yê bi ser Qedera me de dibarînin. Ji Paytextê Êşê, Weşanxaneya J&J, 2016...
Me bîra koçberiyê nedibir Me nedizanî bû Emê bi rondikên çava Slavên bi dizî bişînin Ji hev re gulîstana min Ka bêje Dilê te jî dike dipe dip Di wan kêliyên ku Li te difikirim?! Ji Paytextê Êşê, Weşanxaneya J&J...