navê te kaçûmanok, navê te bêndera tayê sira nesimî hênik tenik, dil çola kerbelayê ziman melhêba peyvan, çarînan didêrim hemû qamûs bi navê te radibin reqs û semayê...
evdal e evîn, ciwaneke kal e. û çîrokek e li gel qulingê birîndar, bi mitale kevintirîn e ji mem û zin û ji mejûyê hezar-sale... dilê`m, tu derwêşek î dilê kê seh dikî, qesîda te betal e! Arjen Arî...
çavên te: du binevşên reng-tenik di spêdê de şîrkî şîrkî, hênik bayek in: nermik nermik, nişmî... bêbavê, di çavên te de vemirîn çil biharên hevrîşmî!...
min li ku hişt ku lê vegerim hêre bikim dê bi ser ve bim li wî gundî li wê navçeyê li vî bajarî? zarokek bûm ez jî wekî her zarokî, fêkiyê rojekê wekî her kesî ji dara dêya xwe ketim erdê ez jî çawakî her fêkî ...