Biyanî av e axîna te derya ye kolana şerpeze ez ê vê carê xwe bavêjim sîtava te mîna lehiya kor.. nehişî, wek leşkerê bêgor.. *Ji "Nav û Dabeşkirina Xewnên Hîroyê"...
Stûnên nifirê di hinavên demê de disincirîn, Rûbarên şewatan xweliya serê heft gundan çavsorên bajaran Serxweşên paytextan Tixûbên qedexe yên nexşeyan Keştiyên nehatî yên bendergeh Nimêja bargeh derya û tawana ...
dîsa bendergehên xemgîn ên giyanê min, pêşwaziya pelên kenê te û dilsojiya berbejn û bazbendên bejna te dikin. dîsa pencereyên şînîgir ên dilê min, pêşwaziya tîrêjên hetava peyvên te û serava çolistana zuha ya ...
Destên xwe dan ber baranê çavek da Kulîlka Nîsanê pirsa xwe bi qebqebê av da xewna xwe, bi halanê re hilda û berê xwe da vebişirandina Şîlanê.. Dîlan bû pêlên gumanê û Dîlan ma! ! Ma xweşmêrê Dîlanê! ! *Ji "Nav...
Di şeva hîcranê de Ji berê bêtir ji te hesdikim Di şeva hîcranê de Ji berê bêtir ji te hisdikim Ji sorê te, ji keskê te û ji reşê te jî hesdikim Ji rêvîyen te, yên kû ne ma li hilînîn xwe ve digerin Ji rêwîyen ...
Di esra teng de di esra bêreng de û di benefşa demê de giyan xwe spartibû dara hinarê li ser serê te hechecîkên serdema giryanê - Kurê min! Rewrewka dîrokê em xapandin Axxdayê!! De bi tayê xwe ê şima kirî kefen...
YEKÇIRA 1 Çiqasî tî bûn çiyayên te? Rewrewka hesinî ji xewnên Dimdim bû çiqasî di derya jînê de karwanên te perwanên te mirina şevçiraxan dîbûn? Av bi zimanê "Pîremerdûn" diket evîna me, gulçîna me, govenda gul...
Eger hat û çiyan bi dilovanî destên berbangê ji pêçeka kevirînî ya evînê deranîn... Kelagirî di dilê Hekarê de geştir dibe, li serpelên axîna wê î tûj - ji bêçarî - kew û dîlan hev dinasin. Berbanga te, di bang...
Li bin konê xerîban Dergûşa xwedawendan bihejînin! Neynûkên xwe Di çavên qederê de daçikînin! Goristan bi goristan Li min bigerin û dara mirinê Li ber serê min biçînin..! Li min bigerin û di daristana êşê de Pi...
Di wê şeva spî de! Ez û tu û berfa Stokholmê bi hevdu re digiriyan. Ew şev helbestek xemgîn û nemir e lê mixabin ku ez ê tu carî nikaribim wê binivîsim....
Her sibe me gulên te yên zikmakî me rêçên evînê û dilpakî bi xunava bêrîkirinê diparast, dergehên bi navnîşanên şînê di axîna te de peşkên barana sersar û dîn, û me xewrevîn bi ebrûyên hêviya stewr dialast em ç...
‘Brûskek bo helbestvanê kurd Rênas Jiyan û hevalên wî yên di zindana Mêrdînê de’* Li paş wan dîwarên asê, çendîn bask li ba dibin û çendîn sorgulên hesretê li ber keviyên dilên we yên ji axê, diçelmisin? Ma evî...